ROJEVA 22'Ê NÎSANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Serokên Partiyên Siyasî yên Ewropayê û endamên Parlamenta Ewropayê, têkildarî darizandinên 'Kobanê' daxuyanî dan, ku parçeyek ji operasyonên qirkirina HDP'ê ye û bang li her kesî kirin ku piştgiriyê bidin HDP'ê.

RAJIN'ê Roja Rojnamevanên Kurd pîroz kir û got, "Bi ked û fedakariya bi dehan şehîdên çapemeniyê em gihîştin vê astê. Çapemeniya azad wê îro jî bi pênûs û kameraya xwe bibe çav, guh, deng û wijdanê civaka Kurd."

Kevneşopiya çapemeniya azad bi berdêl, ked û hêviyeke mezin gihîşt vê astê. Dîroka çapemeniya azad beşek ji berxwedan û têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd e. Lewma dîroka çapemeniya Kurd eynika têkoşîna azadiyê ya Kurdan e.

Beth-Şawoce diyar kir ku ew li ser pêvajoya ber bi Sayfo-15 lêkolînê dikin.

Li gorî anketa dawî ya saziya lêkolînê ya Harris Interactive, hilbijartinên serokkomariyê yên li Fransayê ku wê sala 2022'an pêk werin, di navbera Emmanuel Macron û lîdera rastgiriya tund Marine Le Pen de derbas bibe.

Li Pakistanê, li oteleke luks a ku Sefîrê Bilind ê Çînê jî lê dima teqînek pêk hat. Hate ragihandin ku gelek kes di encamê de mirine. Hikumeta Hindistanê hate sûcdarkirin.