ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Parlamentera HDP'ê Remziye Tosûn bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 22 sal in li hucreya yekkesî tê hiştin û got, "Di şexsê Abdullah Ocalan de gelê Rojhilata Navîn tê tecrîdkirin. Civakên Kurd û Tirk bi tecrîdê hatine dorpêçkirin."

Berxwedana xelkê Şengalê ya li dijî destwerdana artêşa Iraqê ya li gundê Gir Zerikê wê bê şopandin.

Endamên Parlamenta Ewropayê têkildarî 'Doza Kobanê' daxuyaniyek dan, ku ev darizandin weke parçeyek ji operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê wê 26'ê Nîsanê dest pê bike. Bang li her kesî kirin ku piştgiriyê bidin HDP'ê.

Polîs Derek Chauvin ku bû sedema mirina George Floyd ji kuştinê sûcdar hate dîtin.

Rêxistinên civakî yên sivîl bal kişandin ser metirsiya birçîbûnê ya li ser bi milyonan mirovî û destnîşan kirin ku lêçûnên leşkerî yên rojeke bi tenê têrê dike ku pirsgirêka birçîbûnê çareser bike.