ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Hunermendê Elman Thomas Kilpper ku li zanîngeha Bergen a Norwêcê profesor e, ji bo tecrîda ku dewleta Tirk li Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike got 'sûcê li dijî mirovahiyê ye'.

Nobeda Azadiyê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê dewam dike, di hefteya 461'ê de ye. Nobedarên vê hefteyê koma ji bajarê Frankfurt ê Elmanyayê ye.

Hevseroka Şaxê Amedê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Ozum Vûrgûn bang li jinan hemûyan kir ku xwedî li Peymana Stenbolê derkevin.

Dadgeha ku rûspiyên li Îdirê weke 'Komîsyona Aştiyê ya PKK-KCK'ê pênase kir, cezayê heta bi hetayê yê girankirî li Abdullah Ateş ê 70 salî, Ferzende Elbî û Abdulmecît Kaya yê 85 salî birî.

Gerîla Hewrê Kerîmpûr ê ji Merîwanê ku li Avaşînê mohra xwe danî binê gelek çalakiyan, 15'ê Tebaxa 2019'an di şer de heta fîşeka xwe ya dawî li ber xwe da û şehîd bû.

Di raporeke hikumeta Ruandayê de hate ragihandin ku sala 1994'an qirkirina ku li Tutsiyan hate kirin dikarîbû bihata texmînkirin û Fransa xwedî 'berpirsyariyeke giran e'.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bal kişand ser metirsiya ji ber germahiya global rû daye û bang kir ku sala 2021'ê bibe 'sala çalakiyê' ya li dijî guhertina avhewayê.

Yekîtiya Ewropayê (YE) îdîa kir ku Rusyayê hêzeke giran a leşkerî li ser sînorê Ukraynayê bi cih kiriye. Lê balkêş e ku doh têkildarî hejmara leşkerên Rus du hejmarên cuda eşkere kir.

Rusyayê ragihand ku di êrişeke hewayî de ya li nêzî bajarê Palmira yê Suriyeyê, herî kêm 200 çete hatine kuştin.