ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2021'Ê

Sernavên ji rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Wezareta Karên Hundir a Elman, ku li gel biryara meclîsê ya ji bo qedexekirina komên faşîst ên Tirk gavekê neavêje, li dijî Kurdan siyaseta zext û qedexeyê dimeşîne.

Parlamenterê HDP'ê Mûrat Çepnî bang li partiyên muxalefetê kir û got, "Eger hûn dixwazin ji AKP'ê xelas bibin, divê li ber rabin. Em banga samîmiyetê li her kesî dikin, ên li hemberî AKP'ê disekinin."

Li Swêdê tundiya li jinê zêde bû û di nava sê hefteyên dawî de pênc jin hatin qetilkirin. Siyasetmedar û rêxistinên jinan nerazîbûn nîşanî vê yekê dan û ji bo rawestandina tundiya li jinê daxwaza tedbîran kirin.

Bi deh hezaran bendavên ku di sedsala 20'î de ji bo hilberandina elektrîkê û bikaranîna çavkaniyên avê hatin avakirin, êdî ji bo bi sedan milyon mirovî veguherîne metirsiyeke cidî.