ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Gerîlaya YJA Starê Nûda Tolhildan bang li malbata xwe kir a li ber avahiya HDP'ê ya Amedê rûdinê: "Nekevin xefika qirêj a dewleta Tirk."
Herêma Şehbayê ku zêdeyî 100 hezar Efrînî lê dimînin, hem ji bo rêveberiya xweser, hem ji bo dewleta Tirk hem jî ji bo Şam û Rûsyayê cihekî stratejîk e. Vekişîna hêzên Rûs a ji herêmê tenê rojekê dewam kiribe jî bazarên dagirkeriyê yên li ser herêmê dewam dikin.
NAV-BEL'ê li ser bûyerên pêr ên li bajarê Liege yê Belçîkayê daxuyanî da û diyar kir, ku hewl tê dayin şerê navbera Çeçen-Fasî bixin stuyê Kurdan.
Hikumeta Erîtreyê, nameyek ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand û hebûna artêşa xwe ya li herêma Tigreyê qebûl kir. Di nameyê de soz hate dayin ku wê leşkerên xwe vekişîne.
Têkildarî Wezîrê Karên Hundir ê berê yê Îtalyayê Matteo Salvini pêvajoya dadgeriyê dest pê kir, ji ber ku penaber li deryayê hişt. Tê payin ku Salvini ji 15'ê Îlonê û pê ve derkeve pêşberî dadgeriyê.