ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2021'Ê

Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Li ser liv û tevgera çeteyên dewleta Tirk a li Lîbyayê, ku tevî agirbest û bangên hêzên navneteweyî venakişîne, ANF'ê agahiyên balkêş bi dest xist. Ji 12 hezar û 835 çeteyên ji herêmên Efrîn-Ezazê hatin şandin, 1226 jê li Sûriyeyê hatine vegerandin.

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê nerazîbûn nîşanî birîna daran da, ku artêşa Tirk li navçeya Lice ya Amedê di dema operasyonê de talan kir.

Rewşa aboriyê ya Tirkiyeyê roj bi roj xerabtir dibe. Ji darazê heya rêvebiriyê, ji polîtîkaya derve heya bi mesrefên qesrê gelek tişt hîmê aboriyê ji binî ve dileqînin. 

Li gorî gelek lêkolînan, qirêjiya hewayê dibe sedema gelek nexweşiyan. Her wiha rîska sêrbûnê jî zêde dike.

Di encama lêkolînekê de ya li Şîlî hate kirin, cûreyek ji heywanên guhandar hate dîtin, ku tê texmînkirin beriya niha bi 72 milyon salî sax bû.

Dadgeha Bilind a Brezîlyayê ragihand, ku biryara ji bo betalkirina mehkûmiyeta Serokdewletê berê Lûla, betal kiriye.