ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Aktîvîstê siyasî Hawrê Kurdî ku bi sedema li ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê rabûye gelek caran hate destgîrkirin û bû hedefa êrişan bal kişand ser gefên PDK'ê û got, "Armanca asayîşa PDK'ê ew e ku min ji Hewlêrê derxîne."
Girtîhiştina deriyê sînor ê Kapikoyê yê Wanê, bandoreke neyînî li jiyana şêniyên Wanê dike.
Li gorî rapora dawî ya WWF'ê, Çîn û Yekîtiya Ewropa muşteriyên herî mezin ên berhemên ji hilberîna ji tunekirina daristanan e.
Li welatên Efrîkaya Rojava, komên çekdar qada xwe berfireh dikin. Komkujiyên sivîl salên dawî zêde bûne.