ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên ji bo şermezarkirina desteserkirina îradeyê ya li Colemêrgê wê bêne şopandin.

Endama Konseya Serokatiyê ya KCK'ê Zilar Stêrk destnîşan kir ku çalakiya fedaî ya Zîlan ji aliyê îdeolojîk, civakî, siyasî têkoşîna jinê ve diyarker bû.

Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek got, "Em bi qirkirineke dîrokî re rû bi rû ne. Civak ya wê ji aliyê bloka faşîst ve bi rengekî mayinde teslîm bê girtin, ya jî em ê faşîzmê teslîm bigirin."

Dewleta Tirk a dagirker piştî avakirina 'dîwarê ewlekariyê' yê navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, herêm veguheran herêmek qedexekirî ya leşkerî. Ji ber vê jî gundî nikarin biçin çêrgehên xwe.

Ev der Kurdistan e. Çiyayên Kurdistanê ku her biharê bêhna zembûrê jê tê. Kurdistana ku bi çiyayên bilind dorpêçkirî, ku ezman ji nêz ve bi şênberî tê dîtin. Nivîsa Laleş Rênas.