Rapora şewatê: Şewat ji têlên ceyranê derket

Serokatiya Daîreya Agirkujiyê ya Şardariya Bajarê Mezin a Amedê di Rapora Tespîta Xesarê ya derbarê şewata ku 15 kesan jiyana xwe ji dest dabûn de diyar kir ku şewat ji têlên ceyranê derketiye.

RAPORA ŞEWATÊ

Serokatiya Daîreya Agirkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) têkildarî şewata di navbera navçeya Çinar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê de derket, ji bo ku sedemê şewatê lêkolîn bike û xesarê tespît bike Komîsyona Tespîta Xesarê ya ji 6 kesan pêk tê ava kir. Midûrê Şaxa Agirkujiyê Selahattîn Zenger, Amirê Perwerdehiyê yê Agirkujiyê Îhsan Gezer, Amirên Agirkujiyê Hasan Ûgûrlû û Seyfettîn Salci, ji Serokatiya Daîreya Tenduristiyê Beytar Hasan Korkmaz û ji Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan Endezyarê Ziraetê Îlhan Başol di komîsyonê de cih girtin. Komîsyonê lêkolînên xwe yên li cihê herêmê ku 3 rojan berdewam kir, wek rapor amade kir. 

Di raporê de ev tişt hatin gotin: “Di 20’ê hazîrana 2024’an saet 22.09’an agahî hate dayîn û wesayîta yekem di saet 22.10’an de ji Amîrtiya Agirkujiya Çinarê ket rê. Wesayîta Agirkujiyê di saet 22.25’an de gihişt herêma şewatê û dest bi mudaxileyê kir. Tîmên agirkujiyê yên Rezan, Peyas, Bajarê Nû ên Serokatiya Daîraya Agirkujiyê, Serokatya Daîreyên Park û Baxçeyan û Serokatiya Daîreya Parastina Hawîrdorê û Kontrolkirinê bi giştî 28 wesayît û 108 personelan ve 280 ton av sewqî herêma şewatê hate kirin. 

ÇIRÛSKÊN CEYRANÊ KETIN SER BERHEMÊN ÇANDÎ

Komîsyona Tespîtkirina Xesarê di raporê de anî ziman ku di lêkolînên berfireh ên herêma şewata li taxa Tobînî ya navçaye Çinarê derketiye de gihaştine encama ku agir ji çirûskên ceyranê yên ketine ser berhemên çandînî, derketiye. Hat diyarkirina ku Serokatiya Daîreya Agirkujiyê dê rapora xwe ya lêkolîna herêma bûyerê, bi Serdozgeriya Komarê re jî parve bike. 

Di raporê re de hat gotin ku di şewata li taxên Tobînî, Herberê û Baxcaxê derketine de 5 kes jiyana xwe ji dest dane û yek jê ji tîmên agirkujiyê 21 kes jî birîndar bûne. 

Di raporê de hat diyarkirina ku li Tobîniyê 302 bizin û 622 pez mirine, hezar û 627 dekar zeviyên çandî, 10 dekarên qada şitilên fistikan, 2 traktor, 19 tesîsên avdaniyê, 4 trafoyên ceyranê, 2 mîbzer, 35 panelên ceyranê, makîneyekî kolanê, pulverîzatorek, 2 tangên gubreyê, 10 darên hinarê, belavkarekî gubereyê, 140 ton giha zirar dît. Her wiha hat gotin ku li taxa Bagacikê jî 2 tesîsên avdaniyê, 15 dekarên şitlên behîvê, li taxa herberê jî 42 taximên pergala avdaniyê şewitîn.