Qirkirina Dêrsimê berdewam dike

Qirkirina Dêrsimê berdewam dike

Civata ji Nû ve Avakirina Dêrsimê û Komîteya li Dijî Qirkirina 37-38 a Dêrsimê dê 23yê mijdarê serî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bide. Daxwaznameya serlêdanê ji aliyê Parêzer Erdal Dogan ve hatiye amadekirin. Di daxwaznameyê de tê destnîşankirin ku sucê mirovahiyê û qirkirin ne tenê di salên 1937-38 de hatiye kirin û heta roja îro jî berdewam dike.

Di daxwaznameya serlêdanê de tê diyarkirin ku ji ber polîtîkayên dewletê gelê Dêrsimê di salên 1980, 1990 û 2000an de hatine sirgunkirin û qirkirin jî îro bi “binpêkirina mafê zimanê zikmakî, nasnekirina baweriyê û pêkneanîna mafê ewlehiya jiyanê” berdewam dike.

Daxwazname dê 23yê mijdarê were pêşkêşkirin. Dê were destnîşan kirin ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan 23yê mijdarê ji bo Qirkirina Dêrsimê lêborîn xwest lê belê ev lêborîn têrê nake û ji bo wê tu tiştek nehatiye kirin.

Prz. Erdal Dogan beriya serlêdanê bersiv da pirsên ANFê û da zanîn ku tesbîtên ku piştrast dikin bûyerên salên 1937-38 qirkirin e di serlêdanê de cih digirin. Prz. Dogan got: “Ev suc di nava 5 pênaseyên peyamana sala 1948 ta NYyê yên Pêşîlêgirtina Sucê Qirkirinê û Cezakirinê de cih digire.”

LEŞKERAN DEST LÊ WERDA

Prz. Dogan ku da zanîn Tirkiye ji bo qebûlnekirina peymana Statuya Romayê ku bingeha Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ye, ev 10 sal in li ber xwe dide, wiha axivî: "Hukûmeta Tirk got ku huqûqa navxweyî rê nade ku ev peyman were îmzekirin. Lê sala 2005 huqûqa navxweyî hate sererastkirin û madeyên di madeyên 76 û 77’emîn ên TCKê de, ‘qirkirin û sucên li dijî mirovahiyê’ hatin sererastkirin. Tirkiyeyê xwest sala 2008 bibe alîgirê Statuya Romayê, lê Serfermandariya Artêşa Tirk û Wezareta Parastinê îtîraz kirin. Ji ber ku dîtin ku êdî dikarin sucê mirovahiyên ên di operasyonên leşkerî de tên kirin bînin rojeva Dadgeha Ceza ya Navneteweyî."

'HUQÛQA MIROVPERWERIYÊ HER TIM BERFIREH DIBE'

Prz. Erdal Dogan destnîşan kir ku her çendî Tirkiye rayeya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî nenase jî, lê wana serlêdan kirine û wiha behsa serlêdanê kir: “Huqûqa mirovahiyê sîstemek wisa ye ku her tim berfireh dibe. Welatên di vê peymanê de cih girtin destpêkê 50-60 bûn, lê îro hejmara wan gihiştiye 160ê. DYA ya ku ev dadgeh piştguh dike jî sala par ji bo ev dadgeh ji bo Lîbyayê bixebite hewl da. Derbarê Serokwezîrê Lîbyayê û Qeddafî yê ku hate kuştin û kurên wî, sîxûrên wî de derxist. Li gorî dozgerê berê, dikarin derbasrê Serokdewletê Sûriyeyê de biryara destgîrkirinê jî derxînin. Jixwe Lîbya û Sûriye ne alîgirên Statuya Romayê ne jî. Ango dikarin rewşeke nû biafirînin."

'HUKÛQMETA AKPÊ JÎ BERPIRS E'

Prz. Erdal Dogan da zanîn ku ji ber ku dewletê ji bo bûyerên sala 1937-38ê “berdewamiyê” esas girtiye, loma hemû hukûmetên wê rojê û heta îro xwedî wezîfe û berpirsyartî ne. Dogan got ku hukûmeta AKPê jî bi polîtîkayên “Tirk-kirin û Îslamkirinê” berpirsyartiyê hildigire û wiha domand: "Dîsa, bi penabertiya bi darê zorê re rû bi rû tê hiştin. Vê yekê salên 1980 û 1990’an bi valakirin û şewitandina gundan kirin. Ji sala 2002 ve jî vê yekê bi bendavên HESê idkin. Beriya du rojan aşkere bû ku zarok, pîr û kalên Dêrsimê hemû bi navê “terorîstiyê” tên deqkirin. Ev yek suceke mirovahiyê ye."

'PERESTGEH TÊNE TUNEKIRIN'

Parêzer Erdal Dogan da zanîn xwezaya ku gelê Dêrsimê yê xwedî baweriya Qilizbaşê weke peretgeh dibîne, tên tunekirin û got: “Ger hûn perestgehên gelekî di bin avê de bihêlin, hûn wê çaxê baweriya wan jî tune dihesbînin. Ev jî li hemberî mirovahiyê sûc e û ev yek di madeya 7’emîn a Statuya Romayê de hatiye nivîsandin.”

Prz. Dogan ku got ne li bendê ne ku serlêdan a niha bi encam bibe, wiha axivî; “Ev yek dê di NY’yê û hemû konseptên siyasî yên ku Tirkiye jî di nav de ye were rojevê. Tirkiye êdî ji cîhanê ne serbixwe ye. Endama Konseya Ewropayê ye û endama NYyê ye. Her wiha di gelek peymanên navneteweyî de cih girtiye. Ji ber vê jî nikare bi tenê tevbigere û bêje “ez vana nas nakim.”