Qetlîama Berlînê: Gumanbarê Tûnisî hê winda ye
Elmanya, hê di şoka qetlîama DAÎŞ’ê de ye ku êvara Duşema bihurî li bazara Noel a Berlînê pêk hatibû.
Elmanya, hê di şoka qetlîama DAÎŞ’ê de ye ku êvara Duşema bihurî li bazara Noel a Berlînê pêk hatibû.
Di êrîşê de ku bi TIR’ek aîdî şîrketek veguhestinê ya li Polonyayê qeydkirî pêk hat, 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, 48 kes jî birîndar bûn. Rewşa 14 birîndaran hê cîdî ye, bûyer jî her di rojeva Elmanyayê de ye.
Piştî êrîşê ku ajokarê Polonyayî kuştî hatibû dîtin, li tevahî Ewropayê li gumanbarê Tûnisî yê bi navê Anîs Amrî tê gerîn. Polîsan, nasnameyeke aîdî Anîs Amrî yê Tûnîsî bi dest xistibûn.
Lê tevî vê nasnameyê jî polîsan wek failê vê êrîşê penaberê Pakîstanî yê 23 salî binçav kiribûn û dûvre jî berdabûn.
WEZÎR: NIHA GUMANBER E, NE FAIL E
Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Thomas De Maîzîere jî daxuyaniya, “Niha em behsa gumanbarekî dikin, ne fail” dabû. Lê tevî vê jî çapemeniya Elman piştî penaberê Pakîstanî yê navborî, penaberê Tûnisî wek fail îlan kiribû.
Anîs Amrî ku sala 2015’an meha Tîrmehê derbasî Elmanyayê bibû û serlêdana wî ya îltîcayê sala 2016’an meha Hezîranê hatibû redkirin, tenê ne li Elmanya, li giştî Ewropayê lê tê gerîn.
Li gor polîsên Elman, gumanbar çekdar e û taloke ye. Yekîneyên ewlehiyê yên Elman, dan xuyakirin ku ji bo agahiyên der heqê gumanbar wê xelata pereyan a 100 hezar Eûroyî bidin, ji gel alîkarî xwestin.
LI ÎTALYAYÊ 4 SALAN DI GIRTÎGEHÊ DE MAYE
Her wiha, li gor çapemeniya Îtalyan jî, beriya Anîs Amrî derbasî Elmanyayê bibe, ji ber li Îtalyayê dibistanek şewitandiye, 4 sal cezayê hepsê lê hatiye birîn.
Tê gotin ku Amrî, Gulana 2015’an ji girtîgeha li Caltanissetta hatiye berdan, piştî demek kurt jî derbasî Elmanyayê bûye.
Derket holê ku ji ber Amrî xwestiye çeka otomatîk bikire, meha Adar-Îlonê ji hêla polîsan hatiye şopandin. Lê, ji ber nehatiye teyîtkirin ku wê Amrî êrîşê li dar bixe, tevdîrên şopandinê hatiye bidawîkirin.
ÎSTÎXBARATA DYA EW DIŞOPANDIN
DAÎŞ’ê dabu xuyakirin ku qetlîam “ji hêla leşkerekî wan” hatiye lidarxistin. New York Tîmes a Amerîkî jî îşaret bi têkîliyên Anîs Amrî û DAÎŞ’ê kir, ev agahî parve kirin;
“Gumanbar, li ser înternetê çêkirina bombeyan lêdikola.Amrî ji hêla îstîxbarata DYA dihat zanîn û di lîsteya qedexeya balafiran de cih digirt.”
MERKEL WEK BERPIRS HAT NÎŞANDAN
Partiya Alternatîf a Ji bo Elmanyayê (AfD), ji ber polîtîkaya penaberan Serokwezîr Angela Merkel berpirs dît.
Piştî qetlîamê, Parlamenterê AfD’ê yê Ewropayê Marcus Pretzell, li ser hesabê twitterê got; “Dewleta Hiqûqê ya Elman wê kengî bersivê bide? Ev durûtiya lenet wê kengî bi dawî bibe? Ev ên mirî, miriyên Merkel in.”
Di şîroveyên çapemeniya Elman de jî hat destnîşankirin ku piştî qetlîama li Berlînê êdî siberoja siyasî ya Serokwezîr Merkel ketiye talokeyê.
TEVDÎR HATIN ZÊDEKIRIN
Li gel vê, piştî qetlîamê polîsê Elman li gelek bazarên Noelê yên li Elmanyayê tevdîrên ewlehiyê zêde kirin. Hat gotin ku bi taybet li paytext Berlînê û bajarên mezin hejmarek hê zêdetir polîs bi çekên otomatîk dewriye digere. Li gelek bajaran jî li dora bazarên Noelê, bendên beton hatin danîn.