Polîsan êrîşî ÎHD'iyên dixwastin li ber Ofîsa Serokwezîr ya li Dolmabahçeyê bi armanca balê bikşînin ser çalakiya birçîbûnê daxuyaniyê bidin çapemeniyê kir û di nav de Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Riza Dalkiliç û Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Stenbolê Umît Efe jî hene 7 kes hatin binçavkirin.
Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanca bertekê nîşanî hikûmet û Serokwezîr yê ku li hemberî çalakiya birçîbûnê bêdengin xwestin li ber Ofîsa Serokwezîr ya Dolmabahçeyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê lê polîsan êrîşî komê kir. Polîsan destûr neda ÎHD'yî daxuyaniyê bidin. Li ser vê yekê ÎHD'iyan dest bi çalakiya rûniştinê kirin û polîsan êrîş kir. Di êrîşê de Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Riza Dalkiliç û Serokê Şaxa ÎHD'ê yê ÎHD'ê yê Stenbolê Umît Efe jî di nav de 7 ÎHD'yî bi zorê hatin binçavkirin.
ÎHD'iyên hatin binçavkirin bi slogana "zext me bêzarnakin" qêriyan.