Polîsan li 3 qadên Stenbolê êrîşî gel kir

Polîsan li 3 qadên Stenbolê êrîşî gel kir

Rêxistina BDP'a Stenbolê biryar girt ku di çarçoveya piştgiriya greva birçîbûnê de li 3 qadên Stenbolê çalakiyên girseyî pêk bîne û greva birçîbûnê bide destpêkirin. Girseyên ku li kolanan kom bûn rastî êrîşa polîsan hatin.

Di pêşengiya rêxistinên BDP'ê de, li gelek bajar û navçeyan ji bo piştgiriya çalakiya birçîbûnê, welatiyên Kurd ji bo 48 demjimêran têkevin çalakiya grevê herikîn kolanan. Piştî banga BDP'ê ya "Ji bo 10 hezar girtiyan li derve piştgiriya 100 hezaran" li Stenbolê jî girseyên ku ji bo çalakiyên gerevê ya 17-18'ê Mijdarê li Sancaktepe, Sultangazî û Esenyurtê polîsan êrîşî koman kir û destûr nade ku girse kom bibe. Piştî polîsan êrîşî girseyê kir rewşa awarte pêk hat û her der bû qada şer.

Girseya ku ji bo çalakiya grevê li qada Sancaktepe kom bû, rastî êrîşa polîsan hatin. Komên ku rasti êrîşên polîsan hatin di nava kuçe û kolanan de belav bûn. Polîsan tedbîrên mezin girtin. Polîsan li gelek cihan xebatkarên çapemeniyê jî asteng kir û li gelek nokte û kuçeyan nasname kontrol kirin. Polîsan avahiya BDP'ê ya Sancaktepe dorpêç kir û destûr nade ketin û derketinê. Di mudaxaleyan de Ahmet Yegin, Alper Engin, Ayhan Gokbalik ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Di bûyeran de gelek kes jî birîndar bûn. Di bûyerên ku gelek kes ketin bin bandora bombeyên gazê de li avahiya BDP'ê 45 kesan dest bi greva birçîbûnê kir.

POLÎS KON HILWEŞAND

Li taxa Sultangazî jî girseya ku xwest çalakiye pêk bîne rastî êrîşa polîsan hat. Çalakiya ku bi êrîşa polîsan destpê kir didome. Polîsan bi bonbeyên gazê û ava şit, ciwanan jî bikeviran bersiv da polîsan. Di bûyerê de gelek kes birîndar bûn. Birîndarên ku di nav de Serokê BDP'a Gazîosmanpaşa Seyfettin Peker jî heye rakirin nexweşxaneya Gaziyê. Gelek kesên birîndar jî ji bo nayên binçavkirin neçûn nexweşxaneyê.

Li parka Kemal Pir jî polîsan bi ser parkê de girt û konê greva birçibûnê ji cihê wî rakir û hilweşand. Rojnameyên Ozgur Gundem û Demokratik Ulusê jî hatin desteserkirin. Yekîneyên Şaredariya Sultangazî jî kon bar kir û çû.

Li Esenyurtê jî piştî êrîşa polîsan gelek welatî ketin avahiya BDP'ê ya Esenyurtê û gelek welatî jî li nava kolanan radiwestin. Polîsan derdorê avahiya BDP'ê dorpêç kir.

Li Bûrsayê jî bi heman armancê welatî li avahiya BDP'a Yildirimê ketin grevê. Di çalakiyê de rêveberên BDP'ê û gelek kesên din amade bûn.