Polîsan êrîş bire ser daxuyaniya 1’ê Gulanê: Gelek kes destgîr kirin-NÛ BÛ

Polîsên Tirk êrîş birin ser daxuyaniya çapemeniyê ya têkildarî qedexeya pîrozbahiyên 1’ê Gulanê, rêveberên sendîkayê jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

Hevparên 1’ê Gulanê ya Stenbolê bi dirûşma '1'ê Gulanê nayê qedexekirin'xwestin têkildarî qedexeya pîrozbahiyên 1’ê Gulanê li Qada Îskele ya Kadikoyê daxuyaniyek bidin çapemeniyê, lê polîsan êrîşî wan kirin.

Polîsan şewba koronayê kirin hincet û xwest girse belav bibin, li ser belavnebûna girseyê polîsan êrîş kirin û bi lêdanê gelek kes destgîr kirin.

Di nava kesên hatine destgîrkirin de Serokê Giştî yê Îş-Lîmter Kanber Sagili, Seroka Giştî ya TOP'ê Perîhan Koca, parêzer Tamer Dogan jî hene.

Polîsan heman demê êrîş bire ser kesên derdor narazîbûn nîşanî êrîşa polîsan jî da. Polîsan li kolanên diçin Qada Îskeleyê kesên dîtin, destgîr dike.