Polîsan êrîş bire ser çalakiya, '1'ê Gulanê nikare were qedexekirin'

Karkeran xwest ku bi dirûşma, ''1'ê Gulanê nikare were qedexekirin'' li Meydana Azadiyê ya Bakirkoyê daxuyanî bide. Polîsan êrîş bire ser çalakiyê, gelek kes destgîr kirin.

Polîsan êrîş bire çalakiya karkeran, ku  karkeran ji bo banga li pîrozbahiya 1'ê Gulanê xwestin li Meydana Azadiyê ya Bakirkoyê bikin.

Beriya çalakiyê bi setan polîsan qad dorpêç kir, hema hema Rewşa Awaret ragihand. Di çalakiyê de parlamenterê HDP'ê Mûsa Pîroglu, Hevseroka navçeya Bakirkoyê ya HDP'ê Yonca Yongoz, Hevseroka TOP'ê Perîhan Kocan, BErdevka SODAP'ê Sevdap Akdag, rêveberên sendîkayê jî ji bo destekê bidin çalakiyê hazir bûn.

Polîsan qedexeya qeymeqam kire hincet û diyar kir ew ê rê nedin karkeran ku daxuyaniyê bidin. Karkeran ev nêzîkatiya polîsan şermezar kirin. Polîsan êrîş bire ser çalakgeran, gelek kes destgîr kirin, her wiha bi kotekî jornamevan jî ji qadê dûr xistin.

Polîsan dora parlamenterê HDP'ê Mûsa Pîroglu girtin û nahêlin rojnamevan werin qadê.