Piştî êrîşê ji Rûsyayê daxuyaniya yekem

Piştî ku Sefîrê Rûsya yê Enqereyê di encama êrîşa ji aliyê polîsê Tirk ve hate kuştin û şûn de ji Rûsyayê daxuyaniya yekem hate dayîn. Berdevaka Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Zaharova wiha got: “Em weke êrîşekî terorî dibînin.”

Berdevka Wezîrê Karê Derve ya Rûsyayê Marîa Zaharova wiha got: “ Îro Sefîrê Rûsya yê Enqerê Andreî Karlova, di encamp êrîşê de bi giranî birîndar bibû jiyana xwe ji dest da. Em vê bûyerê weke êrîşekî terorî dibînin.”

Zaharova destnîşan kir ku ji ber êrîşa li dijî Sefîrê Rûsya yê Enqereyê hate lidarxistin wê di demekî pir kurt de wezaret daxuyanîyekê bide. Zaharova wiha anî ziman: “Wê Wezareta Karê Derve yê Rûsyayê têkildarî êrîşa li dijî Sefîrê Rûsyayê yê Enqerê hate lidarxistin daxuyanî bide. Em hêvî dikin ku her kes agahiyên fermî li ber çav bigire.