Pêşnûmeya yasaya ku di dadgehan de rê dide parastina bi zimanê zikmakî piştî ku hate îmzekirin, ji Meclîsê re hate şandin. Ji bo sersuc bikarin bi zimanê xwe yê zikmakî xwe biparêzin, di dadgehan de dê werger bînin.
Pêşnûmeya yasaya ku di dadgehan de rê li ber parastina bi zimanê zikmakî vedike, pêşkêşê Serokatiya Meclîsê hate kirin. Pêşnûme ji 13 madeyan pêk tê. Ji bo bersuc bikarin bi zimanê xwe yê zikmakî parastinê bike, dê werger bên şandin.
Tê payin ku pênûme di rojên pêş de bê rojeva Lijneya Giştî ya Meclîsê.