Heta îro ji Parlamentoya Ewropayê, parlamentoyên neteweyî û xwecih ên Fransa, Elmanya, Swîsre, Swêd, Danîmarka, Îtalya, Îngilîstan, Skoçya, Belçîka û Awûstûryayê 382 parlamenter bi awayekî çalakî tevlî vê kampanya bi armanca piştgiriya parlamenterên HDP’ê bûne.
Parlamenterê ku piştgiriyê didin her tim têkîldarî rewşa li Tirkiyeyê tên agahdarkirin, sepanînên dijhiqûqî yên li dijî hilbijartiyan ji hikûmet, parlamento, medya û civaka sivîl re radigihînin, têkîldarî zêdekirina bihistyariyê jî xebatan dikin.
TEVÎ ASTENGIYAN JÎ WÊ SERDAN BIDOMIN
Wekîlên xwişk û bira, ji bo serdana wekîlên HDP’î yên girtî bikin heyetan ava dikin û dem bi dem tên Tirkiyeyê. Her çiqasî Wezareta Dadê, serdanên girtîgehan asteng jî bike, wê di dema pêş de heye bi biryardariyek ji bo serdana HDP’iyan werin Tirkiyeyê.
Tê payin ku li ser vê rewşa girtina Hevserokên Giştî yên HDP’ê û wekîlên din, ji welatên cudatir jî tevlîbûn çêbibe û hejmarak hê zêdetir parlamenterên Ewropayî bi awayekî hê çalaktir tevlî kampanyayê bibin û aktîvîteyên hevpar ên piştgiriyê bi pêş bixin.