Parlamentera HDP'ê Pervîn Bûldan hate binçavkirin
Cîgira Serokê Parlamentê û Parlamentera HDP'ê yê Stenbolê Pervîn Bûldan li mala xwe ya li Stenbolê hate binçavkirin. Bûldan piştre hate berdan.
Cîgira Serokê Parlamentê û Parlamentera HDP'ê yê Stenbolê Pervîn Bûldan li mala xwe ya li Stenbolê hate binçavkirin. Bûldan piştre hate berdan.
Operasyonên binçavkirina wekîlên HDP'yî dewam dikin. Parlamentera Stenbolê Pervîn Bûldan ku Cîgira Serokê Parlamentê ye û di nava Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê de cih digire, li mala xwe ya li Stenbolê hate binçavkirin. Bûldan dema hate binçavkirin, bi rêya hesabê xwe yê Twîtterê ev mesaj weşand "Ez hatime binçavkirin."
Bûldan ku bi fermanê hate binçavkirin, derket pêşberî dadgeha nobedar a Edliyeya Bakirkoyê. Bûldan li vê derê diyar kir, binçavkirina wê li dijî hiqûqê ye û got, ew ê îfadeyê nede. Heyeta dadgehê piştre Bûldan serbest berda.