Parêzerên Rêberê Gelê Kurd ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin careke din serî li dozgeriyê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Îbrahîm Bîlmez, Nevroz Ûysal û Serbay Koklu ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi hinceta 'nexşerêya' Ocalan di sala 2019'an de tevlî parêznameya xwe ya ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû di 23'ê Îlona 2020'î de ji bo 6 mehan hevdîtina parêzeran qedexe kiribû.

Tevî ku hevdîtina qedexeyê 23'ê Adarê qediya ye, hîn jî bersiv ji serlêdana parêzeran re nayê dayin.