Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Rezan Sarica û Huseyîn Bogatekîn ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftane ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger bersivek erenî ji Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê û dozgeriya Bûrsayê bê dê parêzer sibê biçin Îmraliyê.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha (477 rojin) nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinan bikin. Serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên ji cidiyetê dûr û pûç yên weke "Keştî xirab bûyî ye", "Rewşa hewayê", "Keştî di tehmîrê de ye" û "Belge kêmin" tên redkirin û hevdîtin tên astengkirin.