Parêzerên rojnamegerên Kurd ên ji salona dadgehê derketin, piştî helwesta heyeta dadgehê li ber deriyê dadgehê daxuyanî dan. Parêzeran diyar kir ku, tu cudahiya Dadgehê ji TEM'ê tune ye. Prz. Ercan Kanar anî ziman ku, ev doz êrîşa herî mezin a li dijî çapemeniya muxalife. Kanar da zanîn ku, îdîaname li salona vala ji dîwaran re tê xwendin û wiha got: "Em li salona dadgehê ne, an em li salona TEM'ê ne?"
2'emîn rûniştina doza 34 jê girtî 44 rojnamegerên Kurd ên di 20'ê kanûna 2011'an de hatibun binçavkirin û girtin bi alozî destpê kir. Piştî rojnamegerên ku helwesta heyeta dadgehê şermezar kirin û salon terk kirin, di navbera parêzer û heyeta dadgehê de jî nîqaş derketin. Parêzeran piştî helwesta heyeta dadgehê şermezar kir û salon terk kirin, li ber salona dadgehê daxuyanî dan çapemeniyê.
‘MAFÊ PARASTINA PARÊZERAN JÎ TÊ ASTENG KIRIN’
Di daxuyaniyê de Prz. Ercan Kanar bertek nîşanî helwesta heyeta dadgehê da û diyar kir ku, tu cudahiya darizandina niha ji ya 12'ê Îlonê tune ye. Kanar da zanîn ku, mafê parastina kurdî hêj tê qedexekirin û wiha got: "Rojnamegerê ku derbarê hevalên xwe yên ketine greva birçîbûnê dixwazin parastinê bikin jî tên astengkirin. Mafê parastina parêzeran jî tê astengkirin. Ji bo ku em helwesta dadgehê ya li hemberî parastinê şermezar bikin û em bêjin vir ne Têkoşîna Bi Terorê re ye, vir dadgeha salonêye me salon terk kir, ji bo balê bikşînin ser mafê girtiyên ku 62 rojin di greva birçîbûnê de ye salon terk kir. Ev helwesta dadgehê nayê qebûl kirin. "
Prz. Zuleyha Gulum anî ziman ku, wan xwest daxwazên muwekilên wan bên qebûlkirin û ji ber ku daxwazên wan hat redkirin salon terk kirin. Gulum, da zanîn ku, ji ber helwesta dadgehê biryara nekevin rûniştinê girtin û wiha got: "Helwesta heyeta dadgehê ya 'Tu eleqeya greva birçîbûnê bi vê dozê tuneye' nabe sedem. Ji ber ku hemû muwekilên me di greva birçîbûnê de ne. Daxwaza me ya sereke parastina bi zimanê zikmakî ye. Em helwesta dadgehê qebûl nakin."
‘TI ELEQEYA TIRKIYEYÊ BI DEWLETA HIQÛQÊ RE TUNE YE’
Parlementera BDP'ê ya Îdirê û Wekîla Koma BDP'ê Pervin Buldan jî anî ziman ku li vir lîstika şano tê lîstin û ew jî temaşe dikin. Buldan anî ziman ku, Rojnameger Kenan Kirkaya, dê derbarê rawşa girtiyên ketine grevê de axaftin bikira, lê ev axaftina wî jî hate redkirin. Buldan destnîşan kir ku, Tirkiye dibêje dewleta hikûqê ye, lê tu eleqeya wê bi hiqûqê tune ye.
BI FERMANA DADGEHÊ ŞEKIR Û XWÊ NADIN GIRTIYAN!
Hate zanîn ku, bi fermana dadgehê daxwaza şekir û xwê ya girtiyên rojnameger yên ketine greva birçîbûnê tê astengkirin. Parêzeran da zanîn ku ji bo vê yekê dixwazin bi heyeta dadgehê re hevditin pêk bînin.