Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi boneya piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê dest bi nobetê kir. ÎHD'ê di çalakiya nobetê de diyar kir ku, ger hikûmet mudaxeleya girtiyan bike dê berpirsyarê encamê hikûmet be.
Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku 64 rojin ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK'ê ve hatiye destpêkirin, li Qada Galatasarayê dest bi çalakiya nobetê kir. Koma parazvanên mafên mirovan ku li Qada Galatasarayê kom bûn, wêneyên pêşengên PKK'ê yên di sala 1982'an de li Zindana Amedê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan û wêneyên girtiyên di sala 1996 û 2000'an de li zindanên cuda jiyana xwe ji dest dan hatin raxistin.
Dîsa ji bo 64 girtiyên ku 64 rojin di greva birçîbûnê dene bi findan 64 hate nivîsadin. Komê di çalakiyê de navê 64 kesên ketine grevê li pankartê nivîsand û dest bi çalakiyê kirin. Di nava komê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Umit Efe ku di nava komê dema xwest li ber Ofîsa Serokwezîrtiyê daxuyaniyê bide li gel 6 kesan hate binçavkirin û serbest hate berdan jî tevlî çalakiya "Vê carê ne mirin..." bû.
Serokê Şaxa ÎHD'ê bi berdilkê li ser navê komê daxuyanî da. Efe diyar kir ku, ew dê di parastina mafên mirovan de israr bikin. Efe da zanîn ku, hikûmet xwe amade dike ku mudaxeleyî girtiyên girtîgehên zindanên Amed û Sêrtê bike û amadekariyan dikin. Efe da zanîn ku, di 19'ê kanûna 2000'an de di bin navê operasyona "Vegera Jiyanê" mudaxele kir û encama wê bi mirinan bi dawî bû.
Komê piştî demekê çalakiya rûniştinê pêk anî, heta Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê meş pêk anî. Komê bi pankarta "Em li girtîgehan mirinê naxwazin" meşiyan û li ber avahiya ÎHD'ê nîv demjimêrê nobet girtin. Xwişka Abdullah Oral ku ji 12'ê Îlonê de li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê di grevê de ye Melahat Oral li vir axaftinek kir. Oral bang li Serokwezîr û Hikûmetê kir û diyar kir ku, mirin li girtîgehan pêk bê dê berpirsyar Serokwezîr Erdogan û Hikûmeta AKP'ê be.