Otobusa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket rê li gelek welatên Ewropayê geriya û 65’emîn rawestgeha wê bajarê Bîelefed ya Almanyayê bû.
Bernameya gera otobusê ku ji aliyê Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî hat destpêkirin 80 bajar xist bernameya xwe û rawestgeha wê ya 65’emîn bajarê Bielefeld bû. di 11’ê mijdarê de 20 km li derveyê bajar karwanekî ji 50 wesayîtî pêk dihat otobus pêşwazî kir û piştî tureke biçûk li ber Şaredariya Bîlefeld bi sedan kesî pêşwazî kir. Otobusê ji Almanan jî eleqeyek mezin dît.
Ji bo çalakiya grevên birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê li qada ku kon hatibû vedan mîtîngek pêk hat.
Deqeyek rêz hat girtin. Serokê Meclisa Gel a Herêma Bielefeld Tahir Koçer diyar kir “Tevgera PKK’ê, Rêber Apo û şehîdên me kurd mirinê vegerandin û aniye vê rojê” û wiha got: “Em minetdarên wan in.” Piştî Koçer Hozan Şemdî derket ser dikê gel bi stranên xwe coşand.
Piştî Hozan Şemdîn, li ser navê Mala Aştî û Dostaniyê ya Mezopotamyayê ya Bîelefeld Aysel Ozturk, li ser navê Meclisa Aştiyê ya Bîelefed Kazim Mete, li ser navê Mala Piştevaniya Ciwanan û Bîelefeld ya Piştevaniya Azadiyê Hîkmet Înaç, li ser navê DÎDF Selçuk Kozan, ji çalakgerên otobusê teolog Henrî Dahlem yê Hollandayî, ji saziya şehîdan Dayika Eyşê, ji Yekitiya Êzdiyan a Bîelefeldê Rêzan Demîr û ji Komîteya Piştevaniya girtiyan a Bielefeld nûnerekî axaftin kir.
Koma reqsê Cesu, Koma Hezexê, dengbêj Xudêda û Usif derketin ser dikê. Her wiha di çarçoveya kampanyaya ji bo Ocalan Azadî jî îmze hatin berhevkirin. Bi sedan kesî îmzeya xwe avêtin. Piştî mîtîngê ji şaredariya Bîelefeldê heta ber Mala Aşitî û Dostaniyê ya Mezopotamyayê meşiyan.
JI ME RE TENÊ RIYEK MA
Piştî meşê li avahiya komeleyê civînek pêk hat. Serokê KON-KURD’ê Îsmet Kem axivî û diyar kir asta ku niha lê ne tenê riyek li ber wan heye û got ew jî berxwedane. Kem wiha got: “Em enceq bi berxwedanê dikarin Kurdistanê azad bikin. Li Rojhilatanavîn pergalek nû tê avakirin. Dixwzin vir de jî kurdan înkar bikin. Divê em ji ber vê têkoşîna xwe bilindtir bikin an jî em dê 100 salên din jî wenda bikin.
Kem bal kişand ser grevên birçîbûnê jî û got: “Kurd îro ji bo rêberê xwe din ava berxwedaneke mezin de ne. Em êdî di navbera hebûn û tunebûnê de ne. Kurdên li Ewropayê dijî nikarin xwe ji derveyê vê bigirin. Divê dest ji kar, dibistan û her tiştî berdin û tevlî têkoşînê bibin.”