Nûçegihanê PÎRHA’yê hate destgîrkirin, nûçegihana YOL Tv jî giliyê polîsan kir

Tirkiye ya ku li dinyayê bûye girtîgeha herî mezin a rojnamegeran, li Îzmîrê nûçegihanê PÎRHA’yê hate destgîrkirin. Nûçegihana YOL Tv Ozge Ûyanik a ku polîsan şîddet li wê kiribû jî giliyê polîsan kir.

Polîsan, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) yê Îzmîrê Ersîn Ozgul bi hinceta “îfadeya te heye” destgîr kirin. Polîsan Ozgul birin Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê. Derbarê sedema destgîrkirina Ozgul tu agahî nehatin bidestxistin.

Şaxa Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) ya Enqereyê, têkildarî tundiya polîsan a li dijî Nûçegîhana Yol TV Ozge Uyanik li pêş Edliyeya Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên TGS'ê û Uyanik tev li daxuyaniyê bûn. Parlamentera CHP'ê ya Enqereyê Gamze Taşçier, Rêveberê Şaxa TGS'ê yê Enqereyê Alican Uludag û Muşavîra Hiqûqê Meliha Selvî jî piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de Rêveberê TGS'ê Alîcan Uludag, anî ziman ku dema Uyanik di 1'ê Gulanê de nûçe dişopand, polîsan giştîname hincet nîşan da û mafê wê binpê kiriye. Uludag, anî ziman ku wê Midûriyeta Giştî ya Polîsan û polîsê mudaxale kiriye, gilî bikin.

Rojnameger Uyanik jî bertek nîşanî helwesta polîsan û giştînameyê da û wiha got: "Giştîname ne li ser zagon û destûra bingehîn re ye. Em polisan de gilî bikin. Welatiyên ku li kolanê binpêkirina mafan bibînin jî xwedî maf in ku dîmen û wêne bikişînin."

Muşavîra Hiqûqê ya TGS'ê Meliha Selvî jî anî ziman ku bi giştînameyê azadiya çapemeniyê binpê dikin. Selvî da zanîn ku ev tê wateya sansurê.

Rêveberên TGS'ê û Uyanik piştî daxuyaniyê li polîsan gilî kirin.