Nûçeya Lezgîn: Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin

Nobeta ji bo Ocalan a li Strasbourgê di roja 145’emîn de ye

Nobeta ji bo Ocalan a li Strasbourgê di roja 145’emîn de ye

Nobeta ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ber Konseya Ewropa ya bajarê Franse Strasbourgê di roja 145emîn de berdewam kir.

4 kesên endamên Federasyona Êzidiyan yên bajarê Almanya Offenburgê hatin nobetê dewr girtin. Her hefte ji aliyê komekê ve dewr tê girtin.

Çalakgerên çalakiya nobetê dan zanîn daxwazên girtiyan daxwazên wan in. Her wiha çalakiyên bi armanca piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya girtiyêmn Kurd li Strasbourgê berdewam dikin. Divê çarçoveyê de li qada Hallesê paşmalkên spî li xwe kirin û belavok belavk kirin. Her wiha ji bo azadiya Ocalan îmze îmze hatin berhevkirin.

Roja şemiyê jî dê li qada de Bourseyê li ber konsolosxaneya Tirk xwepêşandanek bê lidarxistin.