Meclîsa Aşitiyê: Dest ji zimanê kîn û nefretê berde!

Meclîsa Aşitiyê: Dest ji zimanê kîn û nefretê berde!

Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê (TBM) di civîna xwe ya salane ya asayî de bal kişand ser daxwazên girtiyên di grevê den û diyar kir ku daxwazên herî mafdar in. Ji sekreteriya Meclisa Aştiyê Aygul bîdav diyar kir ku Erdoganê ku zimanê kîn û nefretê bi kar tîne, bila dest ji vî zimanî berde û banga pêşîlêgirtina mirinan girt.

Meclisa Aştiyê ya Tikriyeyê civîna xwe ya asayî li Odeya Endezyarên Elektîrîkê ya TMMOB’ê pêk anî. Di civîna rojekê de dê derfetên aştîyane yên pirsgirêka kurd, diyarkirina sekreteriya nû û encamname dê bê nîqaşkirin. Gelek akademîsyen, nivîskar, sendîkavan, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan û siyasetmedar tevlî bûn.

Ji sekreteriya Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê Aygul Bîdav axaftina vekirinê kir û balkişand ser grevên ketine 67 rojan. Bîdav wih agot: “Serokwezîr zimane dijminahiyê, kîn û nefretê bi kar tîne û berxwedêrên grevê biçûk dixîne. Ev tenê şer kûr dike. Ev ziman tu carî wijdanî û ehlaqî nayê dîtin. Em careke din bang li Serokwezîr dikin bila dest ji vî zimanî berde. Hêj ku tu zêde dereng nemayî çi hewce ye bike. An jî di van grevan de mirin çêbibin û bedela vê jî girane.

Bîdav da zanîn ku li dijî vê pirsgirêkê, divê mirov bê deng nemînin û got ev tiştekî wijdaniye û wiha got: “Li herêma rojava ya Tirkiyeyê gotinên nîjadperest û kînê astengiya herî mezin ya li dijî çareseriyê ye. pevçûn û mirina civak westand. Îro hewcedarî zêdetir bi çareseriyê heye.”

Piştî axaftina vekirinê panelek bi ser navê ‘Di pirsgirêka kurd e derfetê aştiyê û piştgiriya lijneyên civaka sîvîl yên wekê Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê’ pêk hat. Moderatoriya wê nivîskar Necmiye Alpay kir. parlamenterê berê yê ANAP’ê yê Amedê Abdulbakî Erdogmuş û rojnameger-nivîskar Tanil Bora wkê axaftinker tevli bûn.

Moderatora Panelê Alpay diyar kirin ku ‘bi dilê şewitî’ hatine vê rojê û wiha got: “Niha gelek hevalên me ji ber xebatê nehatine vir. Êdî divê têkoşîna aştiyê bigihe asteke nû. Me êşên mezin jiyan. Em weke meclisa aştiyê çi bikeve ser milê me em ê bikin.”

Panel bi axaftinên Erdogmuş û Bora bi dawî bû.