MATUHAY-DER li dijî tecrîdê bi gel re civiya

MATUHAY-DER, li dijî tecrîda li Îmralî bi gel re civiya û peyama ‘Heta dawiyê têkoşîn’ da.

Komeleya Alîkariya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAYDER), piştî kongreya xwe ya 2’an a 30’ê Adarê lidar xist û şûnde, bi daxwaza ‘Na ji tecrîdê re, ji girtiyan re azadî’ li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rezanê bi gel re civiya. Di civînê de li gel parlemeterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, rêveberên navçe û bajar, Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên Dayikên Aştiyê û Komeleya Elewî ya Demokratîk gelek kes amade bûn.

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Mûsa Pîroglû bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya li dijî tecrîda li Îmralî û got: “Welat di pêvajoyek pir giran re derbas dibe. Şewb gihaye astekî bûye krîza civakî. Hiqûq hatiye girtin, kedkar hejar bûne, di serî de gelê Kurd û hemû pêkhate di bin êrîşên giran de ne. Piranî êrîş li ser HDP’ê û gelê Kurd tê kirin.”

Hevserokên MATUAY-DER diyar kir ku wê li dijî tecrîdê heta dawî têkoşînê bikin.