Malbata gêrîla Rojhat sersaxiyan qebûl dike

Malbata gêrîla Rojhat sersaxiyan qebûl dike

Malbata gêrîla Suat Akin (Rojhat Batman) yê ku li Dêrsimê bi 3 hevalên xwe re di şer de jiyana xwe ji dest da û li Êlihê hate definkirin, serdana sersaxiyê qebûl kir. Dayîka gêrîla Rojhat Esma Akin bang li gelê Kurd kir û xwest di nava xwe de yekîtiyê ava bikin. Xwest her kes li doza xwe xwedî derkevin.

Fermandarê HPG'ê Suat Akin (Rojhat Batman) ku di 23'ê Cotmehê de li Dêrsimê di şer de li gel hevalê xwe jiyana xwe ji dest da, li Êlihê hatibû definkirin. Malbata gêrîla Rojhat li Rêxistina BDP'ê ya Bagcilarê ji bo 2 rojan, mala sersaxiyê veda. Malbatê piştî ji bo 2 rojan li avahiya BDP'ê serlêdan qebûl kir serdana ku ji aliyê YAKAY-DER'ê ve hate amadekirin 2 rojan li avahiya BDP'ê berdewam kir.

Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Hayri Ateş, Endamê Meclîsa BDP'ê Rahim Timar, Meliha Varişli rêveberên BDP' û bi sedan welatî amade bûn. Li salonê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyê gêrîla Rojhat hatin daliqandin.

Di serdana sersaxiyê de dayîka gêrîla Rojhat Esma Akin xwest gelê Kurd yekîtiya xwe xurt bike û wiha got: "Ger ku Kurd nebin yek wê şehîd zêde bibin. Bila dayîkên tirkan jî destê xwe bidin me û êdî mirinên wan jî bi ser me de neyên.