Malbata Şenyaşar nobeta xwe didomîne

Çalakiya nobetê ya bi daxwaza bicihanîna dadê ya malbata Şenyaşar di roja 41'ê de didome. Ji ber qedexeya derketina derve vê şemiyê û yekşemê çalakiya nobetê li malê didome.

Çalakiya Nobetê ya Emîne Şenyaşar ku hevserê wê û du kurê wê ji hêla wekîlê AKP'yî Ibrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî ve hatin kuştin û kurê wê Ferît Şeynaşar ku li ber avahiya Edliyê ya Rihayê bi daxwaza dadê dane destpêkirin di roja 41'ê de didome.

Çalakiya nobetê ji ber qedexeya bi sedema koronayê li malê didome.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê Twîtterê dîmenên êrîşê par ve kir.

Malbatê ev peyam par ve kir: ''Şandeya dadgehê tam diyar nekiriye bê ka êrîş kê aniye. Li gorî kamereya derve ên ku êrîş anîne ev 2 kesên li kargehê ne an xizmên Wekîl Yildiz in?'' (Heke ê bi tîşortê zer cara duyan nehatiba kargehê û êrîş neaniya wê kesek nemiribûya.''