Malbata Şenyaşar ev 38 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobetê digire.
Çalakiya nobetê yadê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyşar digirin, ku hevser û du kurê wê yadê Emîne ji hêla wekîlê AKP'yî Ibrahîm Halîl Yildiz û xizmên wê ve hatibûn qetilkirin.
Malbata Şenyaşar berê sibehê hate ber avahiya edliyê. Li gel ku hewa germ e jî malbat hate ber avahiya edliyê û dest bi nobetê kir.
Malbatê dowîza bi nivîsa 'Dad'ê vekir û wêneyên dema êrîşê hilda.
Malbata Şenyaşar li ser toraz medyaya dijîtal got, ''Li ber avahiya DAD'ê ya Rhayê ev roja 38'an e em têkoşîna DAD'ê didin. Serdozger û dozger kujeran diparêzin. Rojek wê were û ew dozger li ber darazê wê hesab bidin.''