Li Wanê sînorê Îranê veguherandin herêma leşkerî

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojhilat de ‘dîwarê ewlehiyê’ ava kir, herêm veguherand herêma leşkerî ya qedexe. Welatiyên herêmê ji ber vê yekê nikarin derbasî mêrg û zozanên xwe bibin.

LI SÎNOR TERORA DEWLETÊ

Dewleta Tirk a dagirker heya niha di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojhilat de bi dirêjahiya 173 kîlometreyan dîwarekî beton kişandiye. Li seranserê dirêjahiya dîwarî sê rêz têla direhî hatiye kişandin û 347 kîlometreyan jî xendek hatiye kolandin. Du kîlometre derdora vî dîwarî jî  ku weke ‘’dîwarê ewlehiyê’’ hatiye binavkirin, weke herêma ewlehiyê ya qedexe hatiye îlankirin.

Ji ber vê biryarê mêrg û zozanên welatiyên ku li ser xeta sînor dijîn jî ketin nava herêma qedexekirî.

‘DIXWAZIN LI HERÊMÊ ÇANDINÎ Û XWEDÎKIRINA HEYWANAN BI DAWÎ BIKIN’

Hevşaredarê navçeya Serayê ya Wanê Davût Acar têkildarî bûyerên li ser sînorê Rojhilat axivî û ragihand ku li derdora sînor polîtîkayeke ku dawiyê li çandinî û xwedîkirina heywanan tîne, tê sepandin. Acar destnîşan kir ku li herêmê mêrg û zozanên welatiyan ketine nava herêma leşkerî ya qedexe û ev yek anîn ziman: ‘’Welatî û gundî ji ber vê biryara dewletê nikarin ji herêmên navborî sûdê werbigirin û ji ber vê yekê welatiyên herêmê neçar dimînin ku dev ji çandinî û xwedîkirina heywanan berdin. Li herêmê destpêkê dîwar hate çêkirin, piştre xendek hatin kolandin û piştre jî têla direhî hate kişandin. Bi vê yekê armanc dikin ku çandinî û xwedîkirina heywanan a herêmê bi dawî bikin.’’

‘’LI HERÊMÊ BI DÎWARAN RÊ LI BER RANTÊ VEBÛ’

Davût Acar di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘’Kalekolan bi têrê nekirin, piştre xendek kolandin û dîwar çêkirin. Bi vî dîwarî ji hin kesan re rêya rantê vekirin. Di rastiyê de ev dîwar şerê rantê ye, bi fikara ewlehiyê nehatine çêkirin. Li herêmê çandinî tê kirin û heywan tên xwedîkirin. Tevî vê yekê jî Efxan hê jî dikarin ji dîwarî derbas bibin û werin. Ew însan tevî ew qas ewlehiyê çawa dikarin derbas bibin?’’

‘BI VÊ POLÎTÎKAYÊ DIXWAZIN WELATIYÊN LI HERÊMÊ NEÇARÎ KOÇKIRINÊ BIKIN’

Acar destnîşan kir ku bi çêkirina vî dîwarî hewl tê dayîn ku  jiyana bazirganî, çandî û civakî ya di navbera her du aliyên sînor de were bidawîkirin û ev yek anîn ziman: ‘’Li deriyê sînor buhayê gumrikê 1500 lîre ye û dixwazin berê her kesî bidin wê rantê. Deriyê sînor ê Kapikoyê xeyalî ye û ne di xizmeta welatiyan de ye. Rê nadin bazirganiyên biçûk jî û welatiyên me mexdûr in. Ji Îraniyan re her tişt serbest e, ew li gorî kêfa dilê xwe dikarin werin û biçin lê belê welatiyên me nikarin ji wir sûdê werbigirin. Bi rastî jî welatiyên li herêmê mexdûr in û nikarin debara xwe bikin. Bi van polîtîkayan dixwazin welatiyên herêmê neçarî koçkirinê bikin. Ev 15 roj in welatiyên herêmê nikarin derbasî aliyê Îranê bibin û danûstandinê bikin.’’

Acar bal kişand ser polîtikayên dewletê yên derewîn ên têkildarî sînoran û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Ev sed sal bûn welatiyên herêmê dikarî derbasî aliyê din ê sînor bibin. Niha deriyê sînor heye. Bi awayekî fermî dibêjin ku welatî dikarin herin û werin lê belê ev yek derew e. Bi tamamî di çarçoveya pêngavên siyasî de tev digerin.’’