Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Sûrê leşker êşkencê li gundiyan dikin, li Çelê 6 kes hatin destgîrkirin

Leşkerên Tirk êşkenc li gundiyên Zorava ya navçeya Sûrê ya Amedê kirin, li Çelê 6 kes hatin destgîrkirin.

Dema ku gundî li ber leşkeran rabûn leşkeran gef li gundiyan xwarin, gotin ew ê qereqolê li gund ava bikin û elektrîkê ji ser wan bibirin.

Hate gotin lekerên Tirk 5-6 saetan tehde li gudiyan kirine, 10-12 ciwan li wesayitan siwar kirine û birine.

Diyar bû leşkeran dema ku ciwan birine bi rê de gef li wan xwarine û dijûn li wan kirine

Li navçeya Çelê ya Colemêrg jî polîsên Tirk berê sibehê bi ser gelek malan de girtin, Ramazan Dayan, Mûrat Erdemîr, Kazim Tekînalp, Dildar Kara, Ahmet Yildiz û Eshat Dûman hatin destgîrkirin.