Li Stockholmê pêşangeha 'Rû bi rû' ya wênekêşê Kurd

Li Stockholmê pêşangeha 'Rû bi rû' ya wênekêşê Kurd

Wênekêşê kurd Savaş Boyraz li Stockholmê bi navê "Rû bi rû" pêşangehek wêne û dîmenan daniye û li bendê ye pêşangeha wî di derbarê jiyana li Kurdistanê de peyamek bi wate bide.

Hîna di roja destpêkê de gelek kes çûn serdana pêşangeha wêneyên ji Kurdistanê ku di nav de ji gelên din jî kes hebûn. Pêşangeha Savaş Boyraz ku niha li Stockholmê, li avahiya Konstfack a li Telefoplan li dar e, 15ê Mijdarê destpê kir û wê heta bi 23ê Mijdarê saet 18.00ê dewam bike.

Savaş Boyraz ku sala 1979ê li Stenbolê ji dayik bûye, perwerdeya xwe ya hunerên ciwan li zanîngeha Mîmar Sînan a li Stenbolê û li Stockholmê kir, demekê li Navenda Çandê ya Mezopotamya jî xebat birêve birin.