Li Stockholmê galaya piştevaniya bi girtiyan re

Li Stockholmê galaya piştevaniya bi girtiyan re

Ciwanên Kurd yên li Swêdê jiyan dikin bi armanca piştevaniya bi girtiyên di zîndanên Tirk de li Stockholmê galayek durist kirin. Di galaya ku hunermend û siyasetmedarên Swêdî, Kurd û Tirk jî beşdar bûyîn, peyamên piştevaniyê ya bi berxwedêran re dan û destnîşan kirin ku, daxwazên wan daxwazên hemû gelê Kurdin.

Galaya ku şeva Yekşemê li Otela Hîlton ku Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê anîn gel hev, axaftina vekirinê Ombudsmana Herêma Dalarna ya Partiya Karkerên Sosyal Demokrata (SAP) Evîn Çetîn kir û got, zarokên Kurd li girtîgehan rastî zext, tecawiz û îşkenceyê tên. Çetîn bibîrxist ku, bi hezaran zarokên Kurdan yên ji derve jî bifikar temaşeyî dayîk û bavên xwe yên di çalakiya birçîbûnê de bûn dikirin, bitirsa ku dê dayîk û bavê wan jiyana xwe ji dest bidin jiyan dikirin.

Çetîn destnîşan kir ku, di nav de parêzer, rojnamevan, şaredar û parlementer jî heyî zêdetirî 10 hezar girtiyan dest bi çalakiya birçîbûnê kir ku, di dîroka Tirkiyeyê de çalakiya birçîbûnê ya herî mezin bû. Her wiha balkişande ser wê yekê ku, Rêxistina Navnetewî ya Efûyê jî piştgirî da daxwazên çalakvanên di grevê de yên weke, perwerde û parastina bizimanê dayîkê û rakirina tecrîdê li ser Abdullah Ocalan.

SEROKWEZÎRÊ BERÊ YÊ SWÊDÊ PIŞTGIRÎ DA DAXWAZÊN KURDAN

Di galaya ku pêşkêşvantiya wê Komedyena Kurd ya binav û deng Ozz Nujen dikir, Serokwezîrê berê yê Swêdê Îngmar Carlsson û Parlementerê Partiya Çep Jacob Johnson heye. Nûjenê di axaftinên kirî de zextên li ser çand û zimanê gelê Kurd û helwesta di serî de Erdogan û desthilatdariya AKP’ê ya du rû bi uslûbekî xweser vegot. Nûjen bêdeng mayîna hikumeta Swêdê ya li hemberî binpêkirinên mafan yên li Tirkiyeyê jî rexne kir û Wezîrê Karên Derve Carl Bildt jî weke nûnerê Tirkiyeyê sûcdar kir.

Serokwezîrê berê yê Swêdê Carlsson jî piştî axaftina sala 1965’an ku di civîna ciwana ya cara yekem li Îzlandayê nerazîbûna xwe ya li hemberî êrîş û zextên li ser gelê Kurd anî ziman, ji wê rojê û pêve ew piştgiriyê dide tekoşîna gelê Kurd. Çawa ku di serdema borî de Swêd li hemberî rejima nîjadperest ya Başûrê Afrîka derket, îro jî pêwîste li hemberî rejimên Iraq, Îran û Tirkiyeyê derbikevin û mafê xweyê mirovî biparêzin.

IRMAK: EM JI BO AŞTÎ, WEKHEVÎ Û AZADIYÊ AMADENE BEDELAN BIDIN

Pişte nameya Parlementera BDP’ê Selma Irmak ya li Girtîgeha Amedê ku di çalakiya birçîbûnê de bû şandî hate xwendin. Irmak di nameya xwe de destnîşan kir ku, wana ti deman baweriya xwe ya bi rojên xweş winda nekirine, winda nakin, her wiha ji bo mirov di aşitî, wekhevî û azadiyê de jiyan bikin, ew amadene ku bedelan bidin.

Beriya ku Hakan Vreskala stranên Kurdî û Tirkî bistirîne, axaftinek kir. Dema ku ew sala 1996’an de xwendekar bû ji ber xwepêşandanê li gel 7 hevalên xwe hatin girtin û biryar girt ku ji bo piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehan hefteyekê bikeve çalakiya birçîbûnê. Lê belê di roja 5’an de ji bilî îşkenceya fîzîkî ew rastî îşkenceya psîkolojîk jî hatin. Vreskala diyarkir ku wana tenê karî 5 rojan li ber xwe bidin, lê belê girtiyên di zindanên tirk de 68 rojan li ber xwe da, ev yek girêdayî bihêz bûna wan kir û hemû berxwedêr silav kirin.

PÊWÎSTE LI HEMERÎ TEKOŞÎNA KURDAN YA BERDEWAM DIKE BÊ ELEQE NEBIN

Serokê Giştî yê Komeleya Aştiyê Anna Ek ya Swêdê ku di cîhanê de rêxistina herî kevin ya aştiyê ye, piştî ku balkişande ser ku di 12 salên dawî de hikumeta Swêdê 17,1 milyon kron çek û cebilxane firotine Tirkiyeyê. Her wiha nêzîkatiyên hikumeta Swêd ya li şûna piştgiriyê bide mafê Kurdan yên ziman û çandê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê înkar kirin, çekan difiroşe Tirkiyeyê şermezar kir. Ek çalakiya birçîbûnê ya girtiyan ji bo mafên gelê Kurd dayîn destpêkirin weke fedekariyekî mezin nirxand û Erdoganê ku bersivên nerênî dane van daxwazan jî bizimanek hişk rexne kir. Ek destnîşan kir ku, yên li hemberî vê bêmafiya tê kirin bêdeng dimînin tê wateya ew jî li rex kesên zilmê dikin cih digire û her wiha diyarkir ku, ew dê li hemberî tekoşîna Kurdan ya ji bo ziman û çandê dimeşînin bê eleqe nemînin. Ek bang li Yeketiya Ewropa û Hikumeta Swêdê kir ku, ji bo mafê Kurdan nas bikin û rêzê nîşanî azadiya çapemenî û fikir bidin zextê li ser Tirkiyeyê bikin.

Sîdar Yîgît, Necmedîn Xulamî û hunermendên din yên Kurd ji bo berxwedêran stran gotin, şanovanên Kurd jî derketin ser dikê.

Di galayê de nameya zarokê 16 salî ku bi îfadeya polîsan 7 sal cezayê girtîgehê lê hatî birîn û niha li girtîgeha Pozantiyê ye hate xwendin. Zarok di nameyê de da diyarkirin ku, ew di girtîgehê de rastî îşkence û tecawizê hatine, dema ku ew azadbû ji bo tola xwe ji dewleta Tirk veke dê biçe çiyayan û şer bike.

Ciwanên ku gala rêxistin kirin, pereyê ku ji şevê derxistin ragihandin ku, ew dê ji keça Kurd ya 14 salî ku pêşengtiya vekirina dibistanekê li gundê xwe dike re bişînin.

Nûjen beriya ku gala xilas bibe, ji ciwanên ku şahî amadekirine re sipasî kir. Nûjen aşkera kir ku, “Ger 12 ciwan di nava hefteyekê de galayekî wisan pir xweş dikarin amade bikin, wê demê em bisedan kesên ku ev salon tije kirine, dikarin gelek tiştên baş û xweşik bikin.” Her wiha di dawiyê de banga hîstiyariya li hemberî pêşveçûnên Kurdistanê hate kirin.