Li Stenbolê operasyon: Gelek kes hatine binçavkirin

Li Stenbolê operasyon: Gelek kes hatine binçavkirin

Ber bi sibehê ve di ser malên li Maltepeyê de girtin û gelek kesên ku bi îdîaya endamên DHKP-C’ê ne hatin binçavkirin.

Ber bi sibehê ve di ser malên Taxa Gulsûyû ya girêdayî navçeya Maltepeyê ya Stenbolê de operasyon pêkanîn û bi îdîaya ku endamên DHKP-C’ê ne gelek kes binçavkirin.

Di dema operasyonê de tax dorpêç kirin, kolan ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Operasyona ku bi piştgiriya helîkopteran pêkhat, dest danîn ser gelek malzemeyan.

Hate hînbûn ku, di nava kesên hatine binçavkirin de Bariş Gurbey, Hasan Gurbey, Cîhan Gurbey, Caner Çîçek, Muharrem Zengîn, Yner Danaci û Alî Erdem jî hene.