Li Stenbolê 6 wesayît hatin şewitandin

Li Stenbolê 6 wesayît hatin şewitandin

Li Kagithana Stenbolê 6 wesayît ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatin şewitandin.

Şev di demjimêr 02.30’an de li kolana Aydincik ya Taxa Mehmet Akîf Ersoy ya Kagithanê agir bi 6 wesayîtên park kirî ve xistin. Li gorî îfadeyên şahidên bûyerê, 3 kesên serûçavên wan girtî û di destê wan de molotof heyî avêtin wesayîtan. Piştî ku agir bi wesayîtan ket, di 6 wesayîtan de zirarek mezin ya aborî rû da. Piştî ku yekîneyên îtfayê hatin cihê bûyerê agir vemirandin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.