Li bajarê Rennes a Fransayê meclisa gel hat îlankirin. Di encama xebata Mala Çanda Kurd a Amamara û kurdên li wir dijîn, duh meclisa herêmî ya gel hat îlankirin. Meclisa Gel ji bo Murat Aca bi navê kod Serxwebûn yê li bejahiya Sêrtê jiyana xwe ji dest da hat diyarî kirin.
Ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin û piştî vê civînek pêk anîn. Di civînê de girevên birçîbûnê hatin nirxandin. Hate diyarkirin ku di 12’Ê îlona 1982’an de faşîst a bi unîforma û niha jî faşîzma cubeyê kesk li hemberî kurdan erîş pêk tên û wiha hat gotin: “Lingekî din yê girîng yê vê têkoşînê meclisên gel in.” Her wiha ji ber derengmayîna avakirina meclisa gel a li herêma Rennes jî xwe rexnedayîn hat dayîn.
Di nîqaşan de bal kişandin ser gervên birçîbûnê û got AKP’ê 10 hezar girtiyên kurd di bin navê KCK’ê de xistine zindanan û got bi vî awayî dixwazin biçewisînin.
Piştre jî rêziknameya ku meclisê hatibû amadekirin, hat xwendin. Ji bo rêveberiya meclisê Jiyan Ararat û Hasan Koca hatin hilbijartin.