Rêxistina Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Îzmîrê bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk ku 67 roje didome, di navbera rojên 17-18’ê Mijdarê de çalakiya birçîbûnê dane destpê kirin. Li rexmî gotina polîsan ya “çûyîna parkê qedexeye’ jî girse kete Parka Agora û çalakiya xwe didomînin.
Bi sedan kesên li ser banga rêxistina BDP’a bajarê Îzmîrê, dest bi çalakiya birçîbûnê ya du rojî ku li tevahî Tirkiyeyê di navbera 17-18’ê Mijdarê de tê pêkanîn kir. Çalakiya birçîbûnê ku xwestin li Parka Agora ya dîrokî ya Îzmîrê bikin, polîsan nexwest destûr bidin. Li rexmî ku polîsan israr kir li ber avahiya Kurdî-Derê çalakiya xwe bikin, girse ket Parka Agora û çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.
Têkildarî çalakiyê Hevserokê BDP’a Îzmîrê Fuat Mikaîloglû daxuyaniya çapemeniyê xwend û balkişande ser çalakiya birçîbûnê ya 67 roje li girtîgehên Tirk berdewam dikin û hatine ‘sînorê mirin’ û her wiha aşkera kir ku, daxwazên girtiyan, daxwazên demokratîkin.
Mikaîloglû destnîşan kir ku, “Êdî demê ku em winda bikin tune ye” û bertek nîşanî axaftinên Serokwezîrê Tirk Erdogan yên tehrîkwarî da.
Mikaîloglû ragihand ku, dê desthilatdariya AKP’ê weke ‘Qatilê Kurdan’ derbazî rûpelên dîrokê bibe û got: “Mirov ber bi mirinê ve birin dê we ber bi serkeftinê ve nebe.”
Mikaîloglû di axaftinên xwe de Walîtiya Îzmîrê û Midûriyeta Polîsan jî rexne kir û got; “Qad ji her kesê re vekirîne, tenê ji Kurdan re girtîne. Dema ku em dibêjin bila canê tu kesê ne êşe, vê weke lewaziyekê dibînin. Tişta ku em dixwazin li vir bikin çalakiyekî demokratîke. Mafê tu kesê nîne vê asteng bike.”
Piştî daxuyaniyê girseyê li rexmî hişyariyên polîsan ya ‘Hûn nikarin di nava parkê de rûnin’ jî ketin Parka Agora û çalakiya rûniştinê dan destpê kirin. Girseya ku îşev heya sibe dê li Parka Agora bimînin, dê sibe şev biçin ber Girtîgeha Kiriklarê, piştî daxuyaniya li vir dan dê dawî li çalakiya xwe ya birçîbûnê bînin.