Li Parîsê çalakiya ji bo azadiya Ocalan

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Fransa Parîsê mîtîngek hate lidarxistin.

Mîtîng bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Parîs Vîlleneûve-Saînt-Georges ve li pêşiya Şaredariya Vîlleneûve hate lidarxistin. Çalakgeran li vê derê dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Ji Ocalan re azadî" qîriyan.

Qisekeran jî xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û di şexsê Ocalan de hemû girtiyên siyasî bên berdan. Qisekeran gotin, "Rêberê me xeta me ya sor e, lazim e her kes vê baş fêhm bike" û diyar kirin, divê Ewropa û Fransa têkoşîna Kurdan a li dijî dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê bibînin.