Li ser banga BDP’ê ya çalakiya birçîbûnê ya kolektîf li Mêrsînê jî bi sedan kes îro dest bi çalakiya birçîbûnê kirin.
Şaredarê Akdenîzê M.Fazil Turk, endamê Meclîsa Partiya BDP’ê Serhat Bîngol, Cîgira Hevserokê BDP’ê Irfan Yucel, rêveberên BDP’ê, endamên meclîsa Şaredariya Akdenîzê û bi desan kes tevlî çalakiya birçîbûnê ya du rojî bûn.
Di dema çalakiya birçîbûnê ya li avahiya BDP’a Mêrsînê di bin ewlekariyên berfireh yên polîsan de destpêkir, çalakvana bê navber sloganên “Bijî berxwedana zindanan”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Zext me bêzar nakin” hatin qêrîn.
Li vir Cîgirê Hevserokê BDP’ê Irfan Yucel daxuyaniyek da û bibîrxist ku, çalakiya birçîbûnê di roja 67’an de hey û rewşa 64 girtiyan di astek nebaş de û bang li her kesê kir ku, tevlî tekoşînê bibin.
Yucel got: “Bi salane ku axa ji ber mirin û êşan perçeperçe bûye êdî ji van êşan re bese. Êdî ji mirina tenê yek hevalê me jî tehemûle tu kesê nemaye. Ji ber vê sedemê li beramberî rewşa hevalên me yên di çalakiya birçîbûnê de ku saniye saniye nêzî mirinê dibin temaşevan mayîn tê wateya hevparê mirinan.”
Yucel destnîşan kir ku, daxwazên girtiyan daxwazên wanin û hikumeta AKP’ê di mijara pirsgirêka Kurd de polîtîkaya neçareseriyê dimeşîne û wiha bang li AKP’ê kir: “Kêm jî be îro ji bo we roja xwe fêhilkirinê ye di hola dîrokê de. Daxwazên hevalên me bicih bînin. Berevajiyê wê dê pirsgirêkên wisan derbikevin û hûn dê nekarin ji bin derbikevin. Dê sedemê mirin, seqetî û rageşiya çêbibe hûn bin.”