Li bajarê Melbourn yê Awûstralyayê bi armanca piştgirî û balkişandina ser çalakiya birçîbûnê ya girtiyên siyasî ji 12’ê Îlonê ve li girtîgehên Tirk dane destpêkirin, çalakiya birçîbûnê ya 3 rojî hate destpêkirin. Bi sedan Kurdistaniyên ku di demjimêr 16.00’an de li Qada Federasyonê ya li navenda Melbournê hatin cem hev, dowîzên bi zimanê Îngilîzî “Bêdengî mirinê tîne”, “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aşitî”, “Aştî aştî aha niha” û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin girtin.
Li ser navê bi sedan Kurdistaniyên li qada Federasyonê kombûyîn, berdevkê Komeleya Kurdistaniyên Victoria Denîz Ozer axaftinek kir. Da diyarkirin ku, ji 10 hezaran zêdetir girtî li girtîgehên Tirk di çalakiya birçîbûnê de ne. Ozer diyarkir ku, gelek girtî hatine sînorê mirinê û ew helwesta Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan û hikumeta AKP’ê ya ji derveyî cidiyetê qebûl nakin.
Nûnerê Partiya Sosyalîst Mel Gregson û endamê Meclîsa Şaredariya Yarra Steven Jolly jî piştgirî da çalakiya Kurdistaniyan. Gel piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li qada Federasyonê hate kirin, di korteja pêşiya meşê de di bin pankarta “Bêdengiya we dibe sedema mirina girtiyên 66 roje li Tirkiyeyê di çalakiya birçîbûnê de ne” meşiyan. Ji Kurdistaniyên ku li ber Avahiya Sendîkayên Melbourneyê ya li quncika rêya Lygon û Victoriayê endamê Meclîsa Şaredariya Yarra Steven Jolly axaftinek kir. Jolly aşkera kir ku, ew çalakiya girtiyên Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza perwerde û parastina bi zimanê zikmakî girîng dibînin. Piştî daxuyaniyê ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê 12 Kurdistanî Avahiya Sendîkayên Melbourneyê dagirkirin û 3 rojan çalakiya birçîbûnê dane destpêkirin.