Li Londonê 4 hezar kes meşiyan

Li Londonê 4 hezar kes meşiyan

Meşa ku ji aliyê Meclîsa Gel ya Brîtanyayê ve li paytextê Îngîltere Londonê ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku di roja 62’an de berdewam dike, hatî organîze kirin 4 hezar kes tevlîbûn. Meşa ku duh di demjimêr 13.00’an de li Edmontonê bi tevlîbûna 4 hezar kesî di bin pankrata “Bêdengiya me mirinê tine” destpê kir.

Di meşê de bê navber sloganên “Terorîst Tirkiye”, “Qatîl Erdogan”, “Daxwazên li zindanan daxwazên me ne”, “Em dê bi berxwedanê qezenc bikin”, “PKK’e gele, gel li vire”, “Çareserî aha niha çareserî” hatin qêrîn. Bi dirêjahiya meşê belavokên ku daxwazên çalakvanên di grevê de cih digirtin belavkirin. Li aliyê din jî kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya girtiyan berdewam dike, îmze hatin komkirin. Gelek caran jî çalakiya rûniştinê pêkanîn.

Meşa ku Gik-Der, Partîzan, Day-Mer bi flamayên xwe tevlîbûn, heya Navenda Civaka Kurd ya li Harîngayê meşiyan. Li Harîngayê jî mitîng hate pêkanîn. Li vir Îlhan Karatepe ku di sala 1996’an de 67 rojan di rojiya mirinê de mabû silav li berxwedana zindana kir û dest bi axaftina xwe kir.

Karatepe got; “Weke li her derê çêbûyî dewlet êrîşî kesên berxwedêr dike û di avêje zindanan. Bi vî awayî difikirin ku, dê zîhniyeta wan jî dîl bigirin. Lê belê şoreşger, girtiyan li ber xwe da. Em li kuderê bin bila li wir bin em dê ber xwe bidin. Ne Ewropa dikare me ji berxwedana me vegerîne ne jî girtîgeh. Û niha jî vê berxwedanê li zindanan bilind dikin. Di vana vî şerî de ew bi hest û fikrên xwe li derve ne. Ew bi we re ne. Her deqîqeyekê di nava vê tekoşînê de ne. Pir zelal diyare ku bêy ku tu kes mirina xwe bifikire dinava vê tekoşînê de ye.”

Karatepe diyarkir ku, “Tekoşîna wan berpirsyartiya me zêdetir dike.” Karatepe aşkera kir ku, ji bo tu kes di vê tekoşînê de nemire pêwîste xebat pir zêdetir bibe, û wiha dom kir: “ Ji vê re dibêjin şantaj, çi şantaje ev berxwedane. Ya li Sûriyeyê dibe berxwedan ma qey ev nabe berxwedan.”

Karatepe destnîşan kir ku, daxwaza gelê Kurd ya perwerdeya bi zimanê zikmakî jî berxwedane, ev berxwedan ne tenê ya gelê Kurde, ya hemû kesên ji xwe re dibêjin sosyalîst, şoreşger û demokratane. Karatepe anî ziman ku, ji bo dewlet paş de gavê bi avêje pêwîste tekoşîn hîn bêhtir were mezin kirin. Karatepe wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku em di vê tekoşînê de cih digirin, ji bo me gurûrek mezine.”

Piştî Karatepe berdevaka Meclîsa Jinan ya Roj Selda Aksoy jî wiha axivî: “Îro kesên di çalakiya birçîbûnê de ji bo gêrîla nemirin, dayîk negirîn û dawî li vî şerê qirêj were tekoşînê didin. Ev 61 roje bedena xwe dane ber çalakiya birçîbûnê. Îro em neçarin li her aliyê cîhanê rabin ser xwe. Em neçarin ku bibin yek beden. Em jî weke her kesê dixwazin bi awayek azad zimanê xwe bi kar bînîn.” Aksoy destnîşan kir ku, Rojavayê Kurdistanê ketiye pêvajoyek girîng û wiha got: “ Îro pêwîste em hemû vê tekoşînê birêve bibîn û hîn zêdetir bi xebitîn.”