Li Helebê li taxa Kurdan teqîn: 2 kuştî 1 birîndar

Li Helebê li taxa Kurdan teqîn: 2 kuştî 1 birîndar

Li Taxa Eşrefiye ya Helebê di encama teqîn û avêtina topên hewanê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da, kesek jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên nûçegihanê ANF’ê dane, saet derdora 15.00’an de li ber Dibistana Eqadiye ya li Taxa Eşrefiyê wesayîtek bombebarkirî hate teqandin. Piştî teqînê, vê carê topên hewanê avêtin heman cihî. Di necama avêtina topên hewanê de welatiyê bi navê Henif Hesen ê ji gundê Cela yê Efrînê û welatiyekî ku navê wî nehat zanîn, jiyana xwe ji dest dan, kesek jî birîndar bû. Welatiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Osman a li Eşrefiyê.