Li Hannoverê bi malbatên şehîdan re civîn

Li Hannoverê bi malbatên şehîdan re civîn

Li bajarê Hannover yê Almanyayê ji bo malbatên di tekoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dayîn civîn hate pêkanîn.

Di axaftinên civîna şeva din li bajarê Hannoverê hatî pêkanîn û malbatên li Hannover û derdorê wê tevlîbûn de, piştgirî dane berxwedana zindanan.

Di civîna ku ji aliyê Meclîsa Gel ya Kurdên Hannoverê ve hate organîze kirin de di axaftinên li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan de ev tişt hatin gotin: “Rêya xwedî li şehîdan derketin di rihê serhildanê yên hevalên me yên li girtîgehê bedena xwe dane ber mirinê derbaz dibe.”

Weke din jî li bajarê Hameln yê nêzî Hannoverê di standa “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re statu” ku hefteya duwemîne vedibe, hezar îmze hatin komkirin. Di standa ku li nava bajar hate vekirin, balevokên balê dikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan hatin belavkirin.