Kurdistaniyên li bajarê Grosetto yê Îtalyayê dijîn,ji bo du rojan dest bi greva birçîbûnê kir.
Kurdistaniyên li Arcidossoyê dijîn li ber şaredariya bajêr dest bi greva birçîbûnê kirin. 8 kes beşdarî grevê bûn. Di çalakiyê de ji bo azadiya Ocalan stand hate vekirin û îmze hatin berhevkirin.
Rayedarên şaredariyê jî hatin serdana çalakiyê û ji bo azadiya Ocalan îmze dan. Îtaliyan jî eleqeyek xurt nîşanî çalakiya Kurdan dan.