Kurdên li bajarê Goteborg a Swêdê dijîn bi armanca piştgiriya ji bo girtiyên Kurd ên di grevê de ne çalakiya runiştinê pêk anîn. Rojnamegerên li bajar jî hatin agahdakirin.
Greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê ket roja 66’an û çalakiyên piştgiriyê yên kurdên Ewropayê didome. Li bajarê Goteborg ya Swêdê kurd di rojên borî de li ber avahiya şaredariyê hatin cem hev û çalakiya runiştinê pêk anîn.
Kurdên ku pêşmalkên spî yên bi nivîsa ‘dawî li bêdengiyê bîne, mirinan rawestînin’ li xwe kirin û xwe bi hev ve zincir kirin. Ji çalakgeran yek ji rayedarên şaredariyê re axivî û diyar kirin ku bila ji bo grevên birçîbûnê zexta li hikûmet û partiyan bikin. Rayedaran da zanîn dê dosyaya têkildar pêşkêşî şaredar bikin û gotin dê şopdarê mijarê bin.
Serokê koma Partiya Keskan Kîa Andeasson jî diyar kir ku dê hevalên xwe yên parlamentoyê agahdar bike. Nûnera komeleya jinan a Goteborgê jî çû serdana rojnameya Goteborgs Tidning (GT) û der barê grevan de agahdar kir.
Sibê li bajar li qada Brunnsparken dê kon bê vedan û dê rayagiştî bê agahdarkirin. Her wiha dê îmze bên berhevkirin.