Li Girtîgeha Tîpa T a Oltûya Erziromê binpêkirinên mafên mirovan

OHD û TÛAY-DER’ê derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê ya Erziromê raporek amade kir. Di raporê de hate diyarkirin ku mafên girtiyan tên binpêkirin.

Şaxa Amedê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Alîkariya Bi Malbatên Girtiyan a Amedê (TÛAY-DER) derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê ya Erziromê raporek amade kir.

Ji ber serlêdanên malbatan ên ku xwestine bila sazî biçin serdana girtîgehê rapor hate amadekirin.

Di raporê de ev tişt hatin diyarkirin:

“*Li odeyan şertên hîjyenîk tune û ode nayên dezenfektekirin.

*Sewqa girtiyan a ji bo nexweşxaneyan nayê kirin.

*Li girtîgehê herî zêde 7 pirtûk dikare bi girtiyan re be.

*Bi tenê rojnameyên Sozcu û Cûmhûriyetê hene û rojnameyên Yenî Yaşam û Evrenselê nadin girtiyan.

*Greva birçîbûnê didome û girtiyên ku ketine greva birçîbûnê ceza li wan hatiye birîn”

Di dûmahîka raporê de hate gotin, “Endamên saziyên çûne girtîgehê diyar kirine ku ji ber kirinên bêhiqûqî yên li ser girtiyan divê kontroleke îdarê û darizandinê were kirin û bang li Wezareta Edaletê û Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsa Tirk hatiye kirin ku bila peywira xwe bi cih bînin.”