Li Endonezya û Kenyayê rojên diyaloga bi Abdullah Ocalan re

Di çarçoveya 'Rojên diyaloga bi Abdullah Ocalan re' li Endonezya û Kenyayê çalakî hatin lidarxistin.

Li paytexta Endonezya Cakartayê 22'ê Hezîranê bi hevkariya KMP2 (Young Papuans Progressive) û rêxistina antî kapîtalîst ABC+Kontrol çalakî hate lidarxistin û dîmenên li ser Jineolojiyê hatin nîşandan.

Piştî nîşandana fîlm li ser azadiya jinê, rol û têkoşîna jinê ya li nava çanda Papua nîqaş hatin kirin.

Endama ABC+Kontrol Bone jî anî ziman ku îdeolojiya Abdullah Ocalan fikrên welê pêşkêş dike ku dogmatîk nîne û li her derê dikare bi cih bê anîn. Bone got, "Jineolojî ji femînîzma rojava ya heta niha bêhtir bingeheke şênber pêşkêş dike, ji ber ku statîk nîne."

KENYA

Yekîtiya Sosyalîst a Şoreşger a Kenyayê jî 22'ê Hezîranê di çarçoveya hewldana navneteweyî ya 'Diyaloga bi Abdullah Ocalan re' li ser azadiya jinê nîqaş kir. Gelek ciwanên jin û mêr beşdarî çalakiyê bûn. Nîqaş bi giranî li ser fikrên Abdullah Ocalan ên têkildarî azadiya jinê û Jineolojiyê hate kirin.