Nûçeya Lezgîn: Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin

Li Edeneyê pevçûna ciwan û polîsan

Li Edeneyê pevçûna ciwan û polîsan

Li Edeneyê di navbera ciwanên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slogan di avêtin û polîsan de pevçûnê rû da.

Şeva din ciwanên ku li taxên Anadolû, Hurriyet û Denîzlî yên girêdayî navçeyên Seyhan û Yuregir yên Edeneyê hatin gel hev, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slogan avêtin. Ciwanên ku rê li trafîkê girtin û agir berdan lastîkan, polîsên hatin cihê bûyerê bi bombeyên gazê û ava şit êrîşî ciwana kir. Ciwana jî bi molotof, fîşekên hewayî, bombeyên deng û keviran bersiv da polîsan. Pevçûna ku demek dirêj berdewam kir, piştî ku ciwan belavî nava kolana bûn bidawî bû.